• Friday, 06 February 2026
logo

Turkiye û Herêma Kurdistanê dê Xelaka Din ya Sînorî li Îbrahîm Xelîl Vekin

Gulan Media December 27, 2011 Nûçe
Turkiye û Herêma Kurdistanê dê Xelaka Din ya Sînorî li Îbrahîm Xelîl Vekin
Jêderekê ji wezareta bazirganî û pîşesazîya hukûmeta herêma Kurdistanê ragihand, ku sibê 27/12/2011 protokola vekirina derwazeya duyem a sînorî ya Îbarhîm Xelîl di navbera herêma Kurdistanê û Turkiyeyê de dê bihê îmzakirin.

Ji bo xurtkirina peywendîyên abûrî û bazirganî yên navbera herêma Kurdistanê, Iraqê û herêma Kurdistanê, dê xaleka din a sînorî li derwazeya sînorî ya Îbrahm Xelîl a li Zaxoyê bihê vekirin. Şîretkarê bazirganî yê li wezareta bazirganî û pîşsesazîya hukûmeta herêma Kurdistanê Fethî Muhemed di evê bareyê de ragihand: sibê protokola vekirina derwazeya duyem a xala sînorî ya Îbrahîm Xelîl di navbera heeryek ji hukûmeta Iraqê, Turkiyeyê û herêma Kurdistaê dê bihê îmzakirin da ku derwazeya duyem a sînorê Îbrahîm Xelîl bihê vekirin.

Şîretkarê wezareta bazirganî û pîşesazîya hukûmeta herêma Kurdistanê weha jî ragihand, ku ew maweya du heyvan e ku lêjneyeka hevbeş li xala sînorîya Îbrahîm Xelîl mijûlî dîyarkirina cihê derwazeya duyem e û niha cih hatiye dîyarkirin û dê sibê bi îmzakirina protokolê bikeve biwarê cîbicîkirinê.

Fethî Muhemed weha jî da xûyakirin, ku sibê di merasîma îmzakirina prtokolê de heryek ji wezîrê darayî û abûrî yê herêma Kurdistanê, wezîrê bazirganî û pîşesazî û wezîrê navxweyî yên herêmê û parêzgarê Hewlêrê amade bibin û ji alîyê hukûmeta navendî ya Iraqê ve jî dê serokê dosyaya Turkiyeyê ya li wezareta derveya Iraqê Welîd Sultan amade bin û herwisa dê şandeyeka pile bilind a hukûmeta Turkiyeyê jî beşdarî evê merasîmê bibin.
Top