• Thursday, 05 February 2026
logo

Felah Mistefa pêşwazîya şandeke civata zanîngehên nêvdewletî kir

Gulan Media December 27, 2011 Nûçe
Felah Mistefa pêşwazîya şandeke civata zanîngehên nêvdewletî kir
Felah Mistefa Berpirsê peywendîyên derveyên hikumeta herêma kurdistanê, pêşwazîya Orhan Hîkmet Ezîz serokê civata zanîngehên nêvdewletî û şanda pêre kir ku ji nunerên zanîngeha kilturî ya Sitenbolê û zanîngeha Lahor ya Pakistanê û zanîngeha Edenîz û zanîngeha Qûbris ya nêvdewletî û zanîngeha rojhelata navîn û Lefekî ya Ewrûpî pêkhatibun.

Di hevdîtinekê de bihevre basê çewanîya avakirina peywendî û hemahengî yê dinavbera zanîngehên herêma kurdistanê û civata zanîngehên nêvdewletî kir.

Felah Mistefa şabuna xwe li hember vê serdanê dîyarkir û got:zanîngehên me jiber sîyseta rijêma berê li Îraqê, ji cîhanê qûtbune û berya 1992 tenê zanîngeha Selahedînê li herêmê hebu, lê niha hejmareke mezin ji zanîngehên fermî û Ehlî (serbexwe) avabune di encamê wê sîyseta hikumeta herêmê de ye ya ku di ware xwendin û perweryê de peyrew dike.

Herweha Felah Mistefa ronî xiste ser bernama karîn sazîya yak u hikumeta herêma kurdistanê cîbcî dike, ew jî şandina xwendevan û Memostaya jibo derveya welat bi merema bi destveanîna bawernamên bilind,got:peywendîya zanîngeha beşeke ji peywendîyên berfireh û em dixazîn mîna zanîngehên welatên Rojava , mifaa ji zanîngehên rojhelat û cîhana Îslamî jî wergirîn.hîvîdarîn hun bikaribin digel wezaretên havildar û zanîngehên herêmê havkarî û hemahengîyeke berdewam ava bikin.

Ji alîyê xwe ve Orhan Hîkmet armanca serdana xwe jibo herêma kurdistanê dîyar kir û ragihand : di kivana wê rewşa aram de li herêmê me dive hin pirojektên hevbeş û hevgora xwendevana û sazkirina konfiransên zanistî encamp bidîn.
Top