• Wednesday, 04 February 2026
logo

Rêjîma Sûriyê 19 kes kuştin ku 3 zarok di nav dene!

Gulan Media December 26, 2011 Nûçe
Rêjîma Sûriyê 19 kes kuştin ku 3 zarok di nav dene!
Duhî (25/12/2011) rêjîma Sûriyê 3'ê zarok jî di nav de 19 kes kuştin!

Rêjîma Sûriyê liser ku protokola Yekîtiya Komeleya Erebî îmze kiriye û di nav protokolê de bendê li dawî hatina kuştinan heye jî, di kuştinan de berdewame.

Li gorî ragihandina çalakvanên Sûriyê duhî rêjîma Esed 7 li Himûs, 6 li Dêra Zor, 2 li dora Şamê, yek li Deraa, yek li Heleb, yek Hema û yek jî li Laziqiyê bi tevahî 19 kes bi guleyan kuştin.

Her wiha hate gotin ku rêjîma Esed bi berdewamî êrîşî devera Bab Emro dike û jiyana însanên li wir der bazî metirsiyeke her alî ve bûye.

Avestakurd
Top