• Thursday, 05 February 2026
logo

Li Bexda teqîn: 6 mirî û 34 birîndar

Gulan Media December 26, 2011 Nûçe
Li Bexda teqîn: 6 mirî û 34 birîndar
Li nêzî Wezareta Navxwe ya İraqê teqînek çêbû û di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 34 kes jî birîndar bûn.

Polîsan diyar kir di encama teqîna xwekujî ya li pêşiya Wezareta Navxwe ya İraqê, 4 jê polîs bi giştî 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 34 kesan jî birîndar bûn.

Di vê navberê de çavkaniyek bilind a ewlekariyê, diyar kir ku êriş ji ber sedema derxistina biryara girtinê ya derbarê Cîgirê Serokkomarê İraqê Tariq Haşimî de, Wezareta Navxwe bûye armanca êrişa xwekûjî.

Pêncşema borî li Bexda di encama çend teqînan de 60 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 180 kes jî birîndar bûbûn.
Top