NY û İraq derbarê kampa Eşref de lihevkirin
Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî dema ji bo girtina kampa Eşref a heta dawiya salê ku dabû Neteweyên Yekbûyî, heta 6 mehên din dirêj kiribû.
Ji bo zêdetirî 3 hezar rûniştvanên kampa Eşref li cihekî din bên bi cih kirin, Hikûmeta Bexda û Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser planekê dixebitîn û gihan rêkeftinekê. Li gor vê yekê beşek ji rûniştvanên kampê wê ji aliyê hikûmeta İraqê ve li ‘cihekî demkî’ bên bi cih kirin. Nehat diyar kirin ku wê li kûderê bên bi cih kirin. Piştre wê NY’î nasnameya penabertiyê bide wan kesan, wê bibin xwediyê statûya penaberiyê û bişînin hinek welaên din.
Plana ku duh hatî eşkerekirin, hat diyar kirin bi armanca ‘rewşek aştiyane û çareseriyek mirovane’ ew plan hatiye danîn, wê rûniştvanên kampê bibin cihekî demkî û berpirsyartiya ewlekarî û parastinê bigrin stûyê xwe.
Amerîka sipasiya İraqê kir
Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton, plana ku bi navbeynkariya NY’î hatî amadekirin û ji aliyê İraqê ve hatî pejirandin, sipasiya Hikûmeta İraqê kir û got: “Em hêvîdarin ku hikûmeta İraqê hemû berpirsyartiyan bêne cih.”
Malikî jî diyar kir ku êdî mijar di destê NY’î de ye û hêvîdarin ku ev dosye bê girtin.
Rêxistina Mucahîdînî Xelq ji aliyê Amerîka û Îranê ve wekî rêxistinek terorîstî tên bi nav kirin. Kampa Eşref berî 25 salan ji aliyê Serokê İraqê yê berê Seddam Hûseyîn ve hatibû vekirin.
Rudaw
