• Friday, 06 February 2026
logo

Leyla Zana daxwaza yekîtiya kurdan kir

Gulan Media December 25, 2011 Nûçe
Leyla Zana daxwaza yekîtiya kurdan kir
Siyasetmedara Navdar a Kurd Leyla Zana got ku berê Turkiyeyê bê guhertin divê xwe biguhere û herwiha daxwaza yekîtiya navbera kurdan kir.

Leyla Zana li bajarê Munchenê li pêşberî 400 beşdarvan axivî û bang li dewleta Tirk kir û got: “Ya tu xwe diguherinî yan jî tu wê bê guherandin." Zana dixwaze pirsgirêka kurd bi rêya referendûmê bê çareserkirin û ji bo wê jî piştevaniya raya giştî ya navnetewî xwest.

Zana got azadî, otonomî, federalî, serxwebûn hemû heqên Kurdan ne û wiha dom kir: “Kurd divê bo referendûmekê herin ser sindoqan û bo dahatuya xwe dengan bidin. Ji sindoqan çi derdikeve bila derkeve; otonomî be, konfederalizm be, federasyon be, serxwebûn be, çi jê derkeve em qebûl dikin.”

Zana di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku demek wisa hatiye ku ya Tirkiye xwe diguherîne yan jî wê bê guherandin. “Eger devlet xwe neguherîne, wê civak, tekoşîna gelan ew biguherînin. Derket holê ku AKP û Erdogan Kurdan dixapînin. AKP projeya darbeya 12ê îlonê ye. TRT 6 jî projeya hikûmeta Ecevit bû, ne a AKPê ye.”

Avestakurd
Top