• Wednesday, 04 February 2026
logo

Haşimî: Ez bi niyetim li Kurdistanê bimînim

Gulan Media December 25, 2011 Nûçe
Haşimî: Ez bi niyetim li Kurdistanê bimînim
Cîgirê Serokkomarê İraqê Tariq Haşimî diyar kir ku biniyete niha li Kurdistanê bimîne. Haşimî destnîşan kir ku piştî çend caran hêzên ewlekariyê avêtin ser mala wan û hêjmarek fermanberên wan girtin, İraq bi cih hêlan.

Li gor Reutersê; niha Haşimî li Qelaçolan a girêdayî parêzgeha Silêmaniyê dijî û got: “Min hemû aliyên İraqê ji serhildana şer û nakokiyên mezhebî yên wekî sala 2006-2007’an agehdarkiriye. Encama aloziya niha ya İraqê ji aliyê Serokwezîr ve hatiye dirûstkirin û pir metirsîdar e.”

Tariq Haşimî dibêje: “Nûrî Malikî baş dizane ku alîgirên Tariq Haşimî girêdayî kîjan grûbê ne û pêwîste fikra wê yekê kiribe ku wê reaksyonên nerênî yên vê dosyeyê çi bin.”

Rudaw
Top