Newşîrwan Mistefa: Her hikûmeta ku guhdarî me bike dê pişta wê bigirin
Serokê tevgera Goran, Newşîrwan Mistefa, duh li navenda sereke ya tevgerê li bajarê Silêmaniyê, digel komek berpirs û endamên tevgerê civiya.
Tevgera Goran, di daxuyaniyekê de, encamên civînê ji raya giştî ra aşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê, Newşîrwan Mistefa di civînd duh a digel berpirs û endamên Goran yên Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Kerkûk û deverên veqetiyayî de, diyar kir, tevgera Goran, bi awayekî hûr, her pêşhat û rewşekê dişopîne.
Li gorî daxuyaniyê, Mistefa, li bara rewşa niha ya Herêma Kurdistanê de, cext li ser yekdengiya aliyên dijbere û hevbeşiya helwesta bo pêkanîna reformên bingehîn kiriye û wiha pêde çûye, projeya siyasî ya dijbere, ji 6 xalan pêk tê û her hikûmeta ku van xalan qebûl bike, dê pişta wê bigirin.
Serokê tevgera Goran, wiha aniye ziman, “Lê dema binpêkirin û gendelî rû bide, dê dîsa li hember vê rewşê helwest bigirin. Em di wê baweriyê de ne ku em kariye em di heyama hikûmeta niha de ku 2.5 sal dom kir, nêrîn û daxwaziyên xwe ji desthilat û raya giştî re bidin zanîn û em dibînin ku piraniya aliyên siyasî û sivîl jî vê yekê dixwazin. Ev jî li gorî berjewendiyên her kesî ye.”
Newşîrwan Mistefa, di wê baweriyê de ye ku divê kurd xwe beşek ji arîşeyên niha yên Iraqê bibîne û hewl bide çareser bike.
AKnews
