• Wednesday, 04 February 2026
logo

Serok Barzanî Bi Rêxistiyên Ciwan Û Jinan Yên Li Dihukê Re Civiya

Gulan Media December 25, 2011 Nûçe
Serok Barzanî Bi Rêxistiyên Ciwan Û Jinan Yên Li Dihukê Re Civiya
Di berdewamiya serdana xwe ya ji bo Parêzgeha Dihukê û di dirêjahiya hevdîtin û civînên xwe yên bi aliyên curbicur yên vê Parêzgehê re îro jî Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi Rêxistiyên Ciwan û Jinan yên vê Deverê re civiya.

Di destpêka vê civîna han de Serok Barzanî behsa girîngiya rola Ciwan, Xwendekar û Jinan di nava civaka Kurd de kir û ragihand ku, ev çînên han xwedan roleke girîng bûne di nava civaka Kurd de û paşeroja civaka Kurdi jî di destê wan çînan deye.

Serok Barzanî di dirêjahiya axaftinên xwe de balkêşande ser rola Jinên Kurd di pêvajoyên curbicur yên Dîroka Kurd û têkoşîna azadîxwaz a Gelê Kurd de û rola jinan jî bi roleke girîng û sereke wesif kir.

Serok Barzanî daxwaz ji Ciwan û Xwendekarên Deverê kir ku, di roja îro de ku, gelek metirsiyên mezin li ser Kurdistanê de hene, ciwan û xwendekarên Kurd bi awayekî berpirsiyarane tev bigerin û xwe bikin layiqê ewe wesif û pênaseyên ku, Nemir Mele Mistefa Barzanî ji ciwan û xwendekaran re kiriye.

Serok Barzanî her weha daxwaz ji ciwan û xwendekaran kir ku, bi rihê biratî û bi yekrêzî li hember ev metirsiyan rawestin ku, li ser Kurdistanêne û nabe bi ti awayî kêşeya netewî bixin nava kêşeya olî jiber ku, Kurd xwedan doz û kêşeyek netewiye ne kêşeyek olî.
Top