• Thursday, 05 February 2026
logo

Ragihandina dawiya Lîjneya Lêkolîna Rûdawên Parêzgeha Dihokê

Gulan Media December 25, 2011 Nûçe
Ragihandina dawiya Lîjneya Lêkolîna Rûdawên Parêzgeha Dihokê
Piştî wan rûdawên ku li navçeyên Dihok û Zaxo rû da û bû sedema zerer û ziyanekî mezin, ku serencamê de komek cîh û warên geştiyarî, meyfiroştin, masaj û hinek baregehên Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê yên li wî parêzgehî hatin şewitandin.

Li ser fermana birêz Serokê Herêma Kurdistanê, lîjneyek ji bo lêkolîna wan rûdawan hate pêkanîn. Piştî derketina fermanê lîjne li rêkefta 03.12.2011 destbikar bû. Destpêkê de lîjneyê serdana nahiyeya Qesrokê kir û li gel berpirsên dam û dezgehên îdarî û emniyan civiyan û zanyarî ji wan wergirtin, her wiha zanyarî ji berpirsên Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê jî wergirtin û lîjne û berpirsên dam û dezgehên îdarî û berpirsên Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê serdana baregehên ku hatibû şewitandin kir.

Paşê me serdana qezaya Zaxoyê kir û ji bo heman mebestê li gel dam û dezgehên îdarî û emniyên wî bajarî civiyan û paşê me hevdîtinek li gel berpirsên Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê ya li wî bajarî pêkanî û hemû zanyarî hatin komkirin û paşê me hemûyan serdana wan hemû cihan kir ku hatibûn şewitandin û ziyanê dîtibûn.

Her wiha lîjneya me serdana parêzgeha Dihokê kir û li gel parêzger û dam û dezgehên îdarî û emniyan civiyan û me hevdîtinek li gel berpirsên Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê ya li bajarê Dihokê pêkanî. Hemû zanyarî hatin komkirin û paşê me serdana wan hemû cîhên rastî êrîşê bûbûn û hatibûn şewitandin kir.

Paşê me serdana qezaya Sêmêl û gundê Sêcê kir û li gel berpirsên îdarî û emnî û berpirsên Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê li wan cîhan civiyan û paşê me serdana wan hemû cihên ziyan dîtiyan kir û tevahiya zaniyariyên li ser wan rûdawan hatin komkirin.

Her wiha me serdana nahiyeya Zawîte kir û li gel berpirsên îdarî û emniyan civiyan û me zanyariyan komkir.

Hemû ev zanyarî bûne raportek û me pêşkêşî birêz Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Piştî vê raportê û nirxandina lîjneyê ya li ser raporê û li ser wan zanyariyên ku hatin komkirin, gihîştîn vê encamên li xwarê:

1- Piştî wan zanyariyên ku hatin komkirin derket ku ji aliyê hinek li malper û kanalên ragihandinê û hinek ji kesên ser bi Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê ya li van navçeyan ve handan hebûye.

2- Piştî wan zanyariyên ku hatin komkirin derket ku ji bo kontrolkirina pêvajoyê kêmterxemiya îdarî û emniya van navçeyan hebûye.

3- Li encama van rûdawan da, beramber bi baregehên Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê kardaneweyek li pey xwe da anî ku kêmterxemiyeke berbiçav ji aliyê pêwendîdarên Partiya Demokrata Kurdistanê ya ji bo kontrol nekirina alîgirên xwe ya li êrîş kirina li ser baregehên Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê dihête dîtin.

4- Her wiha derket ku ziyanê giyanî li wan rûdawan de nebûye, lê belê hinek ji karmendên dam û dezgehên emnî û hinek welatî birîndar bûn. Ev rûdaw jî li ser rewşa deruniya welatiyan de bandoreke xwe yê mezin hebûye.

5- Pêwîste biryara dawî ji aliyê dadgehê bê û yasa serwer bê û çarenûsa hemû girtiyan bihête yek alî kirin.

Her kesek lêpirsîn yan zanyarî li ser van rûdawan hebê, bila dadgehê agahdar bike.


Lîjneya Lêkolîna Rûdawên Bajarê Zaxo û Navçeyên Parêzgeha Dihokê

25.12.2011
Top