Jêdereke agahdar bi malpera Serokayetiya Herêma Kurdistanê ragihand ku birêz Dr Ahmet Davudoğlu Wezîrê Derveyê Komara Tirkiyê li roja înê 23/12/2011 li civîneke salaneya li gel hemû Balyozên welatê xwe, ji bo bestina kongreyekî berfireha li Hewlêr ya hemû aliyê Iraqiyan bi mebesta çareserkirina qeyrana siyasî li Iraqê piştevaniya bi hêza Komara Tirkiye ji bo destpêşxeriya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê nîşandaye.