• Saturday, 07 February 2026
logo

Li girtîgeha Urmiye 7 kes hatin darvekirin

Gulan Media December 24, 2011 Nûçe
Li girtîgeha Urmiye 7 kes hatin darvekirin
Komara Îslamî ya Îranê di nava hewşa girtîgeha Urmiyê de 7 girtî bidarvekirin.

Li gor malpera Mukiryan, parêzerê yek ji wan girtiyan Mesûdî Şems Nejad got: “Tevî ku li gor yasaya Komara Îslamî ya Îranê, pêwîste berî cîbicîkirina cezayê bidarvekirinê parêzerên girtiyan hatiban agehdarkirin, lê rayedarên Dadgeha Komara Îslamî ya Îranê em agehdar nekirin.”

Parêzer Mesûdî navê girtiyên ku hatine bidarvekirin eşkere kir û evin; Yûsif A, Xidir D, Mehdî S, Qirban’ilî Ş, Seîd M û Nahîd A bûn. Sêşema borî (20.12.2011) di nava hewşa girtîgehê de hatin bidarvekirin.

Mesûdî Şems di dawiya daxuyaniya xwe de got: “7 kes ji aliyê dezgeha qezaya Komara Îslamî ya Îranê ve bi kirîn û firotina maddeyên hişber dihatin sûcdarkirin.”

Rudaw
Top