• Wednesday, 04 February 2026
logo

Tirkiye amadeye pêşwazî li Haşimî bike

Gulan Media December 24, 2011 Nûçe
Tirkiye amadeye pêşwazî li Haşimî bike
Serokwezîrê Tirkiyê diyar kir ku ger pêwîst bike, em amadene Haşimî bênin Tirkiyê. Wezîrê Derve yê Tirkiyê jî diyar kir ku pêwîste Haşimî li İraqê bimîne û di pêvajoya siyasî de rol bileyîze

Piştî aloziyên li İraqê yên navbera Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî û Cîgirê Serokkomarê İraqê Tariq Haşimî de, Haşimî hat Herêma Kurdistanê û li wê derê bi cih bû. Di vê derbarê de Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan diyar kir ku amadene pêşwaziyê li Haşimî bikin.

Li gor rojnameya Sabah a Tirkiyê, Serokwezîrê Tirkiyê xwedî li Tariq Haşimî derketiye. Li gor rojnameyê, piştî ku Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî daxwaz ji Herêma Kurdistanê kir ku Tariq Haşimî radestî wan bikin, Erdogan ketiye tevgerê. Erdogan ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu re gotiye: “Ger ewlekariya Haşimî ket metirsiye, dikare bê Tirkiyê.” Li ser vê çendê, Davutoglu berî çend rojan bi rêya telefonê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Haşimî axivî. Davutoglu peyama Erdogan ji Barzanî û Haşimî re ragihand.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu beşdarî kanala TRT’ê bû û di vê derbarê de diyar ku dergehê wan ji Haşimî re vekiriye, lê pêwîste Haşimî li İraqê bimîne û di pêvajoya siyasî ya welêt de rol bileyîze.
Top