• Wednesday, 04 February 2026
logo

Nûnerê BDP’ê yê Ewrupayê jî hat girtin

Gulan Media December 24, 2011 Nûçe
Nûnerê BDP’ê yê Ewrupayê jî hat girtin
îro dewleta Almanyayê bi buhaneya ku biryara desteserkirinê ji aliyê Tirkiyeyê ve derkrtiye û ew dewlet jî endama Interpolê ye, nûnerê BDP’ê yê Ewrupayê Eyyup Dorû hate binçavkirin û piştre jî hate girtin.

Li gorî agahiyên ku ANF`ê ji Nûnertiya BDP’ê ya Ewrupayê wergirtiye, Eyyup Dorû roja 15’ê Berfanbarê/Kanûnê li bajarê Munîxê yê Almanyayê piştî binçavkirinê, hatiye girtin.

Nûnertiya BDP’ê ya Ewrupayê li barê girtina Dorû de ev agahiyane dane: “Parlamentera me ya Amedê Leyla Zana ya ku ji bo hin hevdîtinan hatibû bajarê Municha Almanyayê, nûnerê me Eyyup Dorû yê ji bo birêz Leyla Zanayê re tevlî delegasyona BDP’ê bibe li wir bû, wesayîta Dorû tê de piştî şev di derdora demjimêr 23:00’yan de ji aliyê polêsan ve hat rawestandin, hat girtin.”

ANF
Top