• Wednesday, 04 February 2026
logo

Yekitiya parlamenteran: Partiyên siyasî peymana şerefê îmze bikin

Gulan Media December 21, 2011 Nûçe
Yekitiya parlamenteran: Partiyên siyasî peymana şerefê îmze bikin
Yekitiya parlamenterên Kurdistanê, ji serokomarê Iraqê, serokê herêmê, serokwezîrê herêmê û serokê parlamentoyê xwestin, bo bihêzbûna yekrêziyê “peymana şerefê” îmze bikin.

Yekitiya parlamenterên Kurdistanê, daxwaz ji hemû partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê kirin, girêdayî parlamentoyê bin û bi yekdengî û yekrêzî bi hemû arîşeyan re rû bi rû bin, bo vê yekê ji rayedarên pilebilind ên Kurdistanê hat xwestin, “peymana şerefê” îmze bikin.

Li bara vê yekê de, serokê yekitiya parlamenterên Kurdistanê, Nîmet Ebdula, di civîneke çapemeniyê de got, yekitiya parlamenteran li her dema ku guhertin bi ser herêmê de tê, helwest nîşan didin.

Ebdula, diyar kir, divê partî û aliyên siyasî bicivin û li ser çawaniya karên xwe û rêxistina pêkvejiyanê peymana şerefê îmze bikin.

Serokê yekitiya parlamenteran got, peymana şerefê pêşkêşî serokomarê Iraqê, serokê parlamentoya Kurdistanê, serokwezîriya herêmê û serokê herêmê hatiye kirin.

Gotyarê yekgirûya îslamî ya Kurdistanê, Selahedîn Babekir, ji AKnewsê re got, demek e em daxwaza îmzekirina peymana şerefê di navbera partiyan de dikin bo ku êdî bûyerên wek bûyerê devera Badînan dubare nebin.

-AKnews
Top