• Wednesday, 04 February 2026
logo

Bozyel: Bila li Tirkiyeyê kurdî jî bibe zimanê fermî

Gulan Media December 21, 2011 Nûçe
Bozyel: Bila li Tirkiyeyê kurdî jî bibe zimanê fermî
Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Bayram Bozyel, xwest ku di makezagona nû de zimanê kurdî jî li kêleka tirkî weke zimanê fermî bê qebûlkirin.

Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Bayram Bozyel, li Diyarbekirê civîneke çapameniyê li dar xist û ramanên partiya xwe ya derbarê pirsgirêka kurd û çêkirina makezagona nû de, ji çapameniyê re aşkera kir.

Bozyel, diyar kir ku şer û pevçûnên demên dawî û hawirdora tundiyê zirarê dide pêvajoya çêkirina makezagoneke nû ya sivîl û wiha got: “Li gorî me ji bo çareseriyê divê pêvajoya diyalog û hevdîtinan bê destpêkirin. Hikûmet bêyî ku bi PKK’ê û aliyên kurdan re hevdîtin pêk bîne jî dikare di demokrasiya Tirkiyeyê de guherînên bingehîn çêbike û mafên bingehîn ên kurdan bide.” Bozyel, xwest ku di makezagona nû de hemû mafên kurdan bên naskirin.

Rojnamevanan ji Bozyel gotinên Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bülent Arınç ku gotibû “Em ê hemû mafên kurdan bidin” pirsîn. Bozyel jî destnîşan kir ku kurd êdî ji gotinên baş têr bûne û ji bo çareseriyê divê gavên berbiçav bên avêtin.”

Bozyel, li hemberî girtina siyasetmedar, rojnamevan, parêzer û aktîvîstên kurdan jî nerazîbûn nîşan da û xwest hikûmet operasyonên siyasî bide sekinandin û wiha berdewam kir: “Li cihekî ku binçavkirin û girtin hebin, samîmiyet tune ye. Ji ber ku ez di kongreyên partiya xwe de bi kurdî axivî me, doz li min hatine vekirin û ev doz hê jî didome. Di cihekî wiha de dê mirov ji kîjan jidiliyê bawer bike?”

Bozyel, pêşniyarên xwe yên ji bo makezagona nû jî wiha rêz kir:

- Divê li herêmên ku kurd lê dijîn perwerdehiya bi kurdî bê dayîn û di sazî û dezgehên dewletê de ligel tirkî kurdî jî weke zimanê resbî bê qebûlkirin.
- Partiyên siyasî yên bi kurdî û bi navê Kurdistanê divê bikaribin bên avakirin.
- Divê mafên neteweyî yên kurdan bên naskirin.
- Pirsgirêka kurd di sîstemeke federal û wekhev de dikare bê çareserkirin.
- Divê Serokatiya Serfermandariya Giştî bi Wezareta Karê Hundir ve bê girêdan.
- Divê Serokatiya Karê Diyanetê bê rakirin û dersên olî yên mecbûrî bên rakirin.

- AKnews
Top