Balikçi: Bila rojnamevan serbest bên berdan
Rojnamevanên ku li Diyarbekirê dixebitin li ber Ceysa Plaza hatin ba hev û ji bo ku hevalên wan serbest bên berdan duh daxuyaniyek dan çapemeniyê. Serokê Rojnamevanên Başûre Rojhilat Faruk Balıkçi û Parlamenterê BDP’ê Altan Tan jî tevlî daxuyaniyê bûn.
Balıkçı, li hemberî operasyonan nerazîbûn nîşan da û ev tişt gotin: “Êdî rojnamevan ji hev dipirsin û dibêjin ‘Kengê dê dor bê me?’ Em dixwazin ji bo çapamenî azad bibe qanûn bên guhêrtin û hevalên me yên ku di bin çav de ne, serbest bên berdan.”
Piştî axaftina Balıkçı, edîtorê DİHA’yê Abdurrahman Gök jî axaftinek kir. Gök, da zanîn ku ji duh heta niha nêzî 40 hevalên wan hatine binçavkirin û hemû alav û amûrên wan ên nûçeyê jî hatine desteserkirin. Parlamenter Altan Tan jî bang li Serokwezirê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kir û wiha axivî:
“Ji salên 90’î heta vê rojê 5 serokwezîr hatin û çûn, lê em li vir in. Em ê ji vir û şûnde jî li vir bin. Lê ez ditirsim ku dê serokwezîr ne li cihê xwe be. Birêz Erdogan heke tu naxwazî biçî ba Tansu Çîllerê, pirsgirêka kurd bi aqil, zanyarî û demokrasiyê çareser bike.”
Piştî axaftinan rojnamevanên ku ji bo nûçeyê hatibûn daxuyaniyê jî piştgirî dan rojnamevanên binçavkirî û kamera û wênekeşên xwe deqeyek bilind kirin.
Di 20’ê Kanûnê de li 8 bajaran operasyonek hatibû çêkirin û xebatkarên DİHA, Özgur Gündem, Azadiya Welat, Ajansa Etîk, Çapxaneya Gun û Ajansa Etkîn jî tê de 38 rojnamevan hatibûn binçavkirin.
-AKnews
