• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê welatê Kanada li Iraqê kir

Gulan Media December 21, 2011 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê welatê Kanada li Iraqê kir
Îro pênçşem 22/12/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Mark Gozdkî Balyozê welatê Kanada li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de, Balyozê welatê Kanada sersamiya xwe beramber bi rewşa îroya Herêma Kurdistanê li ruyê siyasî û emnî û aboriyê ve derbirî û ragihand ku gelê Kanada sozekî mezinê li gel gelê Kurdistanê heye û hejmareke berbiçavê xwendekarên Kurd jî li Kanada hene û li nasandina dîrok û kultura gelê xwe ya bi gelê Kanada de rolekî bi bandor dibînin. Ji bo wê yekê dikarin li ser bingeha wan pêwendiyên di navbera her du gelê Kurdistan û gelê Kanada de heye pêwendiyekî dostaneya bihêz li ser asta hukimraniya her du aliyan de dirûst bikin û kompanyayên Kanada jî amadene beşdarî li avadankirina Herêmê da bikin. Ew karê ku li Kurdistanê hatiye kirin her wiha bi hêsanî nehatiye kirin ku eve jî ji bo hîkmet û şarezayiya Serok Barzanî ve vedigerê ku karî demeke çend salên derbasbûyî de wêneyekî xweşikê Kurdistanê pêşanî cîhanê bide.

Li beramber da Serok Barzanî spasiya gelê Kanadayê kir ku li demên teng da bi dengê gelê Kurdistanê ve hatiye û xwest û daxwaza xwe û Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina alîkarî û geşkirina pêwendiyan de dûpatkir ku li xizmeta berjewendiya her du gelê Kurdistan û Kanada da bê.

Li mijarekî dinê hevdîtinê de tîşk xistin li ser pêşketinên dawiya pêvajoya siyasiya Iraqê û ew tengasiyên ku dûçarî pêvajoyê bûye û li vî warî de Serok Barzanî nêrîn û dîtina xwe ya sebaret bi tengasî û çawayiya çareserkirina wan xisterû.
Top