• Sunday, 08 February 2026
logo

"Gêrîlayên PKK helîkopterek xistin!.."

Gulan Media December 21, 2011 Nûçe
Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk da diyar kirin ku wan bihistiye li cihê operasyonê helîkopterek hatiye xistin.

Der barê operasyona li navçeya Pîranê ku ev çend rojin didome û her diçe berfireh dibe, Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk ji Roj Tv' re axivî.

Tûglûk got ku, wan bihistiye li herêma operasyon lê dom dike helîkopterek hatiye xistin. Her wiha hate gotin ku, artêşa Tirkiyê komên mezin ji leşkeran ber devera operasyonê ve vediguhêze.

Ji aliyekî din ve polîsan meşa gel ku dixwestin ber bi cihê operasyonê ve biçe asteng kir. Tê gotin heta niha operasyon berdewam dike.

Her wiha dewleta Tirk jî îdîakir ku wan 15-20 gêrîlayên PKK'ê kuştine. Lê heta niha HPG'ê ji aliyê xwe ve tu daxuyanî belav nekirine.

Avestakurd
Top