• Thursday, 05 February 2026
logo

Rojnamegeran êrîş şermezar kirin

Gulan Media December 21, 2011 Nûçe
Rojnamegeran êrîş şermezar kirin
Komeke rojnameger û Sendîka Rojnamegerên Tirkiyê êrîşên li dijî çapemeniya Kurd bi tundî şermezar kirin.

Serokê Sendîka Rojnamegerên Tirkiyê Ercan Îpekçî, Cuneyt Ozdemîr, Banû Guven, Esra Arsan, Ahmet Hakan daxuyaniyek dan û gotin ku; êrîşên tên kirin li dijî demokrasî, azadî û mafê gelê Kurd e.

Her wiha dane diyar kirin ku, rojnameger nayên girtin, niha ew girtine û wê sibe bêjin ew ne ji bo rojnamegeriyê hatine girtin, lê ji bo "terorê" hatine girtin.

Her wiha gotin ku, ji xwe berê navê Tirkiyê li cîhanê di girtina rojnamegeran de navdare û gotin ku evqas jî nabe, di vê serdemê de tucarî girtinên wiha nebûne.

Avestakurd
Top