Nerazîbûna HRWê li hember êrişên Îran û Tirkiyê li dijî Herêma Kurdistanê
Saziya HRWê, di rapora xwe ya li bara êrişên Tirkiye û Îranê bo ser deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê de, ku duh hat weşandin, diyar kir, ji tîrmeha îsal heta dawiya mijdarê, Tirkiye û Îranê deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê dan ber top û bombeyan.
Di raporê de wiha hat gotin, Îran û Tirkiye îdia dikin ku wan êrişî çekdarên PKKê û PJAKê kirine, lê li gorî agahiyên destê HRWê ketiye, piraniya deverên ku rastî êrişê hatine, sivîl in û tu grûbeke çekdar tê de nîne.
Nûnera rojhilata navîn a HRWê, Sara Wîtson, got, reng e Îran bêje êrişê wan li dijî çekdarên neyarê dewletê bûye, lê gund û deverên sînorî yên Kurdistana Iraqê, zirareke mezin ji êrişa Îranê dîtine.
AKnews
