• Wednesday, 04 February 2026
logo

Serokatîya Herêma Kurdistanê: Herêma Kurdistanê bi Hûrî Çavdêrîya Pêşhatên Iraqê Dike

Gulan Media December 21, 2011 Nûçe
Serokatîya Herêma Kurdistanê: Herêma Kurdistanê bi Hûrî Çavdêrîya Pêşhatên Iraqê Dike
Serokatîya herêma Kurdistanê ragihand, ku herêma Kurdistanê bi hûrî çavdêrîya qeyrana (krîza) siyasî, ewleyî û rêvebirîya Bexdadê dike. Serokatîya herêma Kurdistanê herwisa ragihandiye, ku herêma Kurdistanê dê helwêsta xwe ya guncayî di bareya bûyerên evê dawîyê jî de paşê nîşan bide.

duh sêşembîyê 20 Desember a 2011 serokê dîwana serokatîya herêma Kurdistanê Dr. Fuad Husên di bêjedanekê de ji kanala Somerîyye ya Iraqî re ragihand, ku herêma Kurdistanê bi hûrî çavdêrîya rewşa Iraqê û krîza siyasî, ewlehî û rêvebirîya Bexdadê dike. Fuad Husên tekezî li s er ewê çendê jî kir, ku herêma Kurdistanê dê di bareya pêşhatên evê dawîyê de helwêsteka guncayî nîşan bide, çimku li gor gotina wî bi awayekî ev bûyerên han bandor li ser herêma Kurdistanê hene.

Husên di bêjedan axwe de ya bi Somerîyye News re ragiahnd: roj bi roj qeyranên li Iraqê mezintir û kûrtir dibin û niha Bexdad qeyraneka siyasî, ewleyî û rêvebirî bi xwe ve dibîne.

Serokê dîwana serokatîya herêma Kurdistanê herwisa da xûyakirin: her pêşhat û bûyerek li Bexdadê çi nerênî (negatîv) be û çi jî erênî(pozetîv) be, bandor li ser herêma Kurdistanê heye û berovajîyê evê yekê jî rast e û her ji ber evê çendê em bi hûrî çavdêrîya hemû pêşhatan dikin.

Fuad Husên herwiha ragiahnd, ku herêma Kurdistanê dê di demekî guncayî de helwêsteka guncayî jî di bareya evan bûyeran de nîşan bide.
Top