• Thursday, 05 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda Rewta Sedir kir

Gulan Media December 20, 2011 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda Rewta Sedir kir
Îro sêşem 20/12/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya şandekî bilinda Rewta(Tevgera) Sedir kir ku ji Serokayetiya Şêx Selah El Ubêdî Berdevk bi navê Semahetê Seyîd Muqteda Sedir, Endamê Serokê Desteya Ragihandina Rewta Sedir û Sekreterê Giştî yê qewareya El Ehrar li Parlemena Iraqê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de, şanda bilinda Rewta Sedir daneyek ji destpêşxeriya Semahetê Seyîd Muqteda Sedir pêşkêşî Serok Barzanî kirin ku di derbarê peymannameya nîştimanî bû û li vî warî de Serok Barzanî dîtin û nêrîna xwe ya sebaret bi vê destpêşxeriyê xiste rû û ragihand ku parastina aramî û asayîkirina pêvajoya welat li stuyê hemûyan daye. Ji bo wê yekê divê‌ hêzê siyasiyan alîkar bin ji bo rêgirtina li dijwarbûna pêvajoyê û ronahî jî kir ku çareseriya giriftan tenê li rêya hêvîbirina aramî û lêkolînê dibê û pêwîste rê bidin dadgehê ku rêya xwe ya sebaret bi gîr û giriftên di navbera aliyê siyasiyan bigrê û tekez jî li ser yekxistina bîrûrayan ya sebaret bi her meseleyekî berî ku bixin rû kirin.

Her wiha Serok Barzanî balkişand li ser girîngiya pabendbûna bi destûr û hevbendiya rasteqîneyê kir û ragihand nabê‌ takrewî li wergirtina biryara çarenûsazan da bike‌ û bestina kongreyekî berfireha nîştimanî jî bi pêwîstiyekî niha da zanîn.

Her du alî tekez li ser pêwîstiya berdewamiya hemahengiya di navbera xwe kir û ji bo vê mebestê jî biryar dan ji bo guftûgokirina li gel aliyên nakokiyan lîjneyekî hevbeş dabimezrê‌ bo ku bigihin çareseriyeke guncaw.
Top