• Friday, 06 February 2026
logo

Rêjîma Sûriyê protokola aşitiyê îmze kir

Gulan Media December 19, 2011 Nûçe
Rêjîma Sûriyê protokola aşitiyê îmze kir
Li bajarê Qahîraya paytexta Misirê rêjîma Sûriyê protokola aşitiyê ya Komeleya Yekîtiya Ereban îmze kir.

Îmzekirin di navbera Sekreterê Giştî yê Komeleya Yekîtiya Ereban Nebîlk El Erebî û Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Sûriyê de pêk hat. Ji aliyekî din ve, li bajarê Şamê paytexeta Sûriyê Wezîrê Karê Derve yê Sûriyê Welîd Mualim di vê der barê de civîneke çapemeniyê li dar xist. Mualim di civînê de got ku, di protokolê de hin guhartin hene lewma me îmze kir, nexwe me îmze nedikir. Her wiha Mualim li ser vê yek tekez kir ku, desthilatdariya Sûriyê di vê plan û protokolê de hatiye mîsoger kirin. Ango, li gor gotina Mualim her ev rêjîm li Sûriyê desthilatdare û ji aliyê Komeleya Ereban ve jî hatiye qebûl kirin. Hêjayî gotinê ye, di vê protokolê de hin xal ev in; vekişîna leşkeran ji nava bajaran û serbest berdana girtiyan, dawî li hatina tundiyê, qebûlkirina çavdêran û dayloga di navbera Hikûmeta Sûriyê û Hêzên Muxalif de.
Avestakurd
Top