• Friday, 06 February 2026
logo

Biden: Emê hertim piştevaniya kurdan bikin

Gulan Media December 19, 2011 Nûçe
Biden: Emê hertim piştevaniya kurdan bikin
Cîgirê Serokê Amerîkayê Cozeph Biden diyar kir ku ew dê hertim piştevaniya kurdan bikin û Kurdistanê bê piştevan nahêlin.

Di pêwendiyeke telefonî de di gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Cozeph Biden cardin tekez kir ku dostatiya navbera Amerîka û Kurdistanê dem dirêje û dê berdewam be.

Hewiha di wê pêwendiya telefonî de her du aliyan behsa bi dawîhatina erkên artêşa Amerîka li Iraqê û serdana Nûrî el-Malikî bo Washingtonê kirine û rewşa siyasî ya Iraqê nirxandine.
D.M/Avesta
Top