Demîrtaş: Ger me dewleteke Kurdî bixwestane em ji we natirsin!
Demîrtaş di mitînga "Ez li virim" de li navçeya Agirî Bazîdê bang li dewlet û Hikûmeta Tirkiyê kir û got ku, ew ne rêxistineke nepenî (veşartî) ne, hemû tiştên wan li holê ye, û di banga xwe de wiha got "Em bi raman, al û pankartên xwe li qadan e.
Em tucaran rêxisitineke nepenî qebûl nakin. Lê ger vê bibêjin 'ev li dijî Hikûmetê tekoşînê dikin, li dijî AKP'ê ne' ev raste, em vê dikin."
Demîrtaş da diyar kirin jî ku, ger wan hewldana avakirina dewletê bikrane pakî ji kesî nedikirin, ji dozgeran neditirsiyan.
Her wiha bal kişand ser helwêsta li dijî wan û got ku, der barê wan de bi hezara sal ceza dixwazin. Her wiha got ku, li dema Rojhilata Navîn tê parve kirin, dixwazin dengê gelê Kurd bibirin. Demîrtaş der barê çareserkirina pirsa Kurdî de jî weku navnîşan Îmarlî nîşan kir û got ku ewder mûxatabe.
Avestakurd
