Li Îzmîrê ji ber ku gencê Kurd Strana bi kurdî xwest hat kuştin
Ciwanê kurd Gazî Akbayir li navçeya Aliaga ya Îzmîrê çû gazînoyekê, daxwaza strana bi Zazakî kir û ji ber vê sedemê jî ji aliyê grûbeke nijadperest ve hat kuştin. Piştî ku ew stran hat gotin, grûbekê êrişê ciwanê Kurd yê xelkê Dêrsimê kir.
Berî ku bê kuştin Akbayir diyar ku mafê wî heye guhdariya stranek bi zimanê dayîka xwe û ji ber vê yekê jî rastî êrişa bi kêran ya grûba nijadperest hat. Piştî Gazî Akbayîr di nava xwînê de ji wî mekanî dertêxin, vê carê rastî êrişa bi çekê tê. Dema Akbayir xwest li otomobîla xwe siwar bibe û bireve, vê carê rastî êrişa bi çekan hat.
Li gor rojnameya Vatan a Tirkiyê, 8 gûlle li Gazî Akbayîr ketibû û dema rakirin nexweşxaneyê, di rêde jiyana xwe ji dest da. Kesên ku êriş jî pêkaniyîn ji cihê bûyerê reviyan û winda bûn. Akbayir berî rojekê hat veşartin.
Piştî bûyerê polîsan lêkolîn dan dest pê kirin û tê gotin 3 kesên destê wan di bûyerê de hebûn, hatine girtin. Ligel wan kesan 2 çekên ku di êrişê de hatine bikaranîn jî hatin girtin.
Rudaw
