• Wednesday, 04 February 2026
logo

Şanda Herêma Kurdistanê li gel her du Mezne Senatorê Emerîkî Joseph Lieberman û John Mc Cain re civiya

Gulan Media December 18, 2011 Nûçe
Şanda Herêma Kurdistanê li gel her du Mezne Senatorê Emerîkî Joseph Lieberman û John Mc Cain re civiya
Wêstgeha dawiya serdana Emerîka û encamdana çendîn civîn û hevdîtinên girîng li gel berpirsên îdarî û endamên Kongrês û navendên biryar û navendên hizrî û lêkolîna rûdawên siyasî, roja înê 16/12/2011 şanda Herêma Kurdistanê ku ji birêz Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêmê li gel her du Mezne Senatorê Emerîkî Joseph Lieberman û John Mc Cain re civiya.

Li hevdîtinê de bi têrûtije behsa pêvajoya îroya Iraqê û paşaroja pêvajoya siyasî û rûdaw û gengeşeya desthilat li Bexda û perawêzkirina pêkhatan li çarçêweya senaryoyên piştî vekişana hêzên Emerîka ji Iraqê kirin. Heman demî de behsa ji aliyê Iraqê ve pirsa kirîna çek ji Emerîka kirin û hemû aliyên vê meseleyê hate guftûgo kirin.

Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê helwesta Herêma Kurdistanê bi eşkere li ser vê pirs û sedeman xisterû. Heman demî de tekez li ser surbûna serkirdayetiya siyasiya Herêmê ya ji bo parastina ezmûna serkeftiya Herêmê kir û girîngîdan û hevkarî kirina navçeyên veqetandî ya li vê qonaxeda hate nirxandin. Her wiha behsa sedem encamên hewldana hinek ji parêzgehên Iraqê ya ji bo peyrewkirina sîstema federaliyê kir.

Her du Senatorê Emerîkî û dostên gelê me Joseph Lieberman û John Mc Cain piştevaniya xwe ji bo helwesta serkirdayetiya siyasiya gelê Kurdistanê dûpatkir û ragihand ku ew xweşhalin bi pêşkeftin û geşbûnên Herêma Kurdistanê li ruyê siyasî û aborî û aramî û damezrandinan. Her wiha balkişandin li ser wê yekê ku gelê Kurdistanê û serkirdayetiya wê cihê bawerpêkiriya Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîkane.

Her li vê hevdîtinê de rewşa îroya navçeyê hate nirxandin û tîşk xistin li ser pêvajoya Suriye bi giştî û rewşa Kurdên wî welatî bi taybetî. Li vî warî de Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê got Kurdên Suriye li çarçêweya sîstemekî demokrasiya rasteqîne daxwaza mafên rewaya xwe dikin. Pîvana pêwendiyên gelê Kurd li Suriye li gel hêz û aliyên din ve bi demokrasiyetê û dabîn kirina mafê gelê Kurd li wî welatî ve bende.

Li hevdîtinê de Felah Mistefa Berpirsê Pêwendiyên Derveyê Hikûmetê spasî piştgîrî û hevkariya her du senatoran kir û xweşhaliya xwe nîşan da ku ew ji nêzîk ve çavdêriya pêvajoya Iraqê dikin û ji bo vê mebestê jî çendîn car serdana Iraq û Herêma Kurdistanê kirine. Heman demî de hêvî xwest li paşarojê de Emerîka pêwendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê li warên cûr bi cûr de bi navê sûd û berjewendiya her du aliyan de zêdetir pêşbixe.
Top