• Thursday, 05 February 2026
logo

Rûsya: Amerîka di nêz de dê êrîşî Îranê bike

Gulan Media December 16, 2011 Nûçe
Rûsya: Amerîka di nêz de dê êrîşî Îranê bike
Qesra Krimlîn ya Rûsyayê di vê baweriyê de ye ku Amerîka û Îsraîl mijûlî xwe amadekirinê ne bo êrîşkirina ser Îranê.

Li gorî ku di rojnameya “Nizawîsîmaya Gazta” hatiye nivîsandin, çavkaniyên wezareta Berevaniyê a Rûsiyê dibêjin, nûçeyek gihîştiye qesra Kirîmlîn ku bas li amadekariya Îsraîlê bi piştevaniya Amerîkayê bi armanca êrîşa leşkerî bo ser Îranê dike.

herwiha di rojnameyê de wiha hatiye nivîsandin: Rewşa jeopolotîkî a derdora Îranê û Sûriyê bûye seba vê çendê ku Rûsiye hêzên nîzamî ên xwe li Qefqaz, behra Xezer, deverên Medîteranê û behra Reş xurt bike.

Wezareta berevaniyê a Rûsiyê gotiye ku êrîşa han dê li nişkîve çêbe û di wan zûyane de jî diqewime.

Rayedarên Rûsiyê gotine ku oparesyonên Amerîkayê bo ser dameziriyên navikî ên Îranê, li riya Turkiyê ve dibin.
Pirsa êrîş bo ser Îranê basê rûniştina roja pêncşemê a di navbera Rûsiyê û Ewropayê de bûye ku di vê rûniştinê de Serokkomarê Rûsiyê, Demîtrî Midodof di vî warî de tevî rêberên Ewropayê dan û sitandinan dike.

Avestakurd
Top