Dr. Berhem: Kerkûk temamkerê hemû Kurdistanê ye
Her weha radigihîne ku Kerkûk êş û azara Êraqiyan û dewêeta nû dinimîne û pêwîst e kêşeyên wê bên çareserkirin û ew bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.
Dr. Berhem di çavpêketina xwe ya digel Şerq Al-Ewset de, dide zanîn ku divê Amerîkî piştî vekişînê, hewl bidin ku valahiya ewlehiyê tije bikin, çunkî eger gavekê bi şêweyê neavêjin, ew ê hinên din dê wê valahiyê tije bikin.
Li ser Kurdên Rojava jî, Dr. Berhem da zanîn ku Kurdên rojava ne di xeta paşîn ya nerazîbûn û xwepêşandanên li dijî rêjîmê ne, lê ew bi hişyarî nêzîkî meselê dibin, ji ber ku ew tiştên ku ji opozisyona Sûriyeyê dibîsin cihê dilgiraniyê ye. Her weha di wê barê de, bi awayekî nerasterast rexne li hikûmeta navendî ya Êraqê kir.
li ser bicîanîna madeya 140`î jî, Dr. Berhem cext li ser wê yekê kir ku ew made ji bo nehîştina siyaseta serdema Sedam e. Ew weha berdewam dike: "Gel wê bi xwe biryarê bide ku dixwaze di nava kîjan herêmê de bimîne, lê ez wek Kurdekî dibînim ku Kerkûk beşeke ku temamkerê hemû Kurdistanê ye."
Li barê mayîna wî di posta serokwezîr de, Dr. Berhem weha got: "Min dawî li kabîneya xwe aniye, hewl jî nadim ku wê dirêj bikim û ez naxwazim wê hewlê bidim."
