• Wednesday, 04 February 2026
logo

Parêzgarê Duhokê û harîkarê patiryakê kildana li cîhanê pêkve jiyana li deverê tekez diken

Gulan Media December 15, 2011 Nûçe
Parêzgarê Duhokê û harîkarê patiryakê kildana li cîhanê pêkve jiyana li deverê tekez diken
Parêzgerê Duhokê Temer Remezan duhî pêşwaziya şandekê zanayên bira mesîhiyan bi serokatiya metiran Şilîmon Werdonî harîkarê patiriyakê kildana li Îraq û cîhanê kir.

Di hevdîtinekê da rewşa deverê û pêkve jiyana ol û neteweyan hate behiskirin, herwesa kar û pirojeyên hukmeta herêmê li sinorê parêzgehê bicih diket û aloziya vê dumahiyê ku ji sedema wê ziyan bi bira mesîhiyan keftîn û helwîstê serok Barzanî bo aramkirinê û rêgirtin li dubare nebûna wan bûyeran.

Harîkarê patiriyakî got: Kurdistan mala meye û cihê pêkvejiyana ol û neteweyaye û divêt em weku bira li vî welatî bijîn. ew bûyer jî bi cihê sersormanê wesfkirin.

Ji parêzgehê jî xwast pirojeyên xizmetkariyên ta niha negeheştîne hindek gund û deverên birayên mesîhî bihêne dabînkirin, da ew xelik pitir bi cihên xweve bihêne girêdan.

Parêzgarê Duhokê şadbûna xwe bi seredanê diyarkir û got: Duhok ji kevinda cihê pêkvejiyana hemû ol û netweyan bûye, çi hêzek neşêt vî kultorê jêkveket, kargêriya parêzgehê dê hemû bizavan girîte ber bo aramkirina deverê û parastina jiyana welatiyan û gehandina xizmetkariyan bê cudahî.

Rojnama war
Top