• Friday, 06 February 2026
logo

Rêjîma Sûriyê bi kasêtên seksî gef li serokdewletên Kendavê xwar!

Gulan Media December 14, 2011 Nûçe
Rêjîma Sûriyê bi kasêtên seksî gef li serokdewletên Kendavê xwar!
Rêjîma Esed ku roj nîne sivîlan nekuje, wan negire, talan neke û tu pakiyê ji mafê mirovan neke nîne, niha xwe amade dike li dijî Serok û rêveberên welatên Kendavê

kasêtên seksî belav bike. Li gorî nûçeya Times'ê ya Kûwêt, şêwirmenda Serkdewletê Sûriyê Bûseyna Şaban piştî hevdîtinên van rojên derbaz bûyî daxuyaniyek da û gef li serokdewletên welatê Kendavê (Ereb) xwarin ku kasêtên wan ên seksî belav bike.

Şaban wiha got "Piştî kasêt di malperên înternetê de hatin weşandin, wê gavên dijber di destê me de bibînin." Hê ji niha de çîroka van kasêtan bû mereq ji nêçîrvanên çapemeniyê re.

Lê gelo, wê serokdewletên ereb ên welatê Kendavê ji ber egera vê gefê der barê Sûriyê de gavan paşde bavêjin?

Avestakurd
Top