• Wednesday, 04 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî amade ye serokwezîriyê werbigire

Gulan Media December 15, 2011 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî amade ye serokwezîriyê werbigire
Gotyarê partiya demokrat a Kurdistanê (PDK), Cefer Îbrahîm, diyar kir, cîgirê seorkê PDKê, Nêçîrvan Barzanî, amade ye serokwezîriya Herêma Kurdistanê werbigire.

Gotyarê PDKê, Cefer Îbrahîm, got, partiya demokrata a Kurdistanê, pirsa wergirtina serokwezîriyê ji yekitiya niştimanî ya Kurdistanê (YNK) zelal kiriye û rêveberiya YNKê jî bi awayekî erênî li vê yekê dinêrin.

Îbrahîm, diyar kir, di hilbijartinên 25ê temûza 2009ê de, PDK û YNKê bi lîsteke hevbeş beşdarî kiribûn û serkeftineke baş bi dest xistibûn. Pevguhertina hikûmetê jî dê li ser bingeha vê hevberşiya navbera wan pêk bê.

Gotyarê PDKê, wiha pêde çû, “Cîgirê serokê PDKê, Nêçîrvan Barzanî jî niha amade ye serokwezîriyê werbigire, lê biryara dawî nedaye. Dê wê demê biryara xwe bide ku gelo dibe hikûmeteke yekgirtî pêk bê ya na.”

Li bara beşdariya aliyên siyasî yên herêmê di hikûmeta nû de jî, Îbrahîm, got, kengê dema wê hat, wê demê PDK û YNKê dê gavên pêwîst bavêjin.

Aknews
Top