• Thursday, 05 February 2026
logo

Tirkiyê: Ji bo parlementerên Kurd sizayê 2 hezar sal zîndan

Gulan Media December 14, 2011 Nûçe
Tirkiyê: Ji bo parlementerên Kurd sizayê 2 hezar sal zîndan
Duh li 6 bajarên Bakurê Kurdistanê, di helmeteke polîsan de nêzîkî 50 kesên endam û alîgirên BDP`ê hatin girtin, û parlementerekî Kurd jî dibêje ku nêzîkî 5 hezar endam û alîgirên partiya demokrasî û aştiyê hatine girtin.

parlementerê Kurd, Adil Kurdt ji Xendan`ê re ragehand ku opersyonên Tirkiyeyê yên li dijî çalakvanên Kurd du sal in berdewam e û bêtirî 4 hezar siyasetmedarên Kurd hatine girtin.

Kurt weha berdewam kir: "Ew helmete jî di demekê de ye ku hikûmeta Tirkiyeyê demek e behsa kêşeya Kurdî dike ku ewê bi rêbazên aştiyê çareser bike, lê ew di heman demê de jî opersyonên siyasî û serbazî li dijî Kurdan berdewam e û dibêjin pêwîst e Kurd çekan dynein."

Kurt aşkire kir ku li dijî hemû parlementerên Kurd gilî heye û dosyaya wan li dadgehê ye, ya herî nû jî giliya li dijî hevserokê BDP`ê ye. Kurt ew jî da zanîn ku eger ew siza bi ser koma parlamenterên Kurd de bê sepandin, sizayê wan dê bêtirî 2 hezar sal be.Xendan
Top