• Wednesday, 04 February 2026
logo

"Barzanî di newroza 2012 de dewleta Kurdî radigihîne!"

Gulan Media December 14, 2011 Nûçe
Li gorî jêderekê Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di newroza sala 2012 de dewleta Kurdî radigihîne.

Li gorî Komeleya Çalakvanên Îraqê dayî diyar kirin, Serokê birêz Mesûd Barzanî di sala pêşiya me de di newrozê de dewleta Kurdî radigihîne.

Li gorî ajansa Îraqa Îro di nûçeya xwe de belavkirî de, Komeleya Çalakvanên Îraqê ragihandiye ku Serok Barzanî di newroza sala 2012 de dewleta Kurdî radigihîne. Di hemen jêderê de hate diyar kirin ku Yekîtiya Ewrûpa bi taybet Brîtaniye û Franseyê piştgirî da ye ragihandina dewleteke Kurdî.

Ji aliyekî din ve hate diyar kirin ku li nava Îraqê çend partî û aliyên siyasî bi tundî li dijî biryara damezirandina dewleteke Kurdî derketine.
Avestakurd
Top