Dr. Berhem Salih bi wezîrê derve yê Fransayê re civîya
Di hevdîtinekê de sazkirina korbenda Medef ya aburî dinêvbera herêma kurdistanê û Ferensayê de bi giring dazanîn û serokê hikumeta herêma kurdistanê ronî xiste ser pêşketinên herema kurdistanê di tev waran de û amaje bi yasaya weberhênanê li herêmê kir ku buye sedema hatina hejmereke mezin ji kompanî yên welatên bîyanî jibo kurdistanê jiber ku bi rêya wê yasayê mafê kompanîya parastî ye û tev hêsankarî jî jibo di hên pêş kêş kirin.
Serokê hikumeta herêmê ew yek jî got: pêşketinên aburî û weberhênanê li herêmê dergeheke jibo hemu beşên din yên Îraqê. Ji alî yê xwe ve wezîrê derveyê Ferensa ragihand bi merema karkirinê û weberhênanê, ewê kompanî yên mezinênwelatê xwe hanbidin bên li kurdistanê kar bikin.
Herweha rewşa sîyasî Îraqê û herêma kurdistanê û dawî qûnaxa pirosêsa sîyasî û arîşe û giriftên wê û bihara Erebî li navçeya rojhelata navîn bihevre bas kir.
SERDANA SÎNATA FERENSÎ:
Di kivana serdana xwe de ya jibo Ferenssa her duhî serokê hikumeta herêma kurdisatnê li beregahê Sînata Ferensa ji alî yê hejmareke endamên Sînatê hat pêşwazî kirin.
Di hevdîtinekê de ku Kerîm Şengarî wezîrê hundirê û Sînan Çelebî wezîrê Bazirganî û balyozê Îraqê li Prîsê û Xeman Zirar nunera hikumeta herêmê li Ferensa amadebun,digel endamên komeka sazîyên giringên sîyasî rewşa Îraqê û kurdistanê û peywendî yên navbera kurdistanê û Ferensa baskirin û tekez li bêtir bihêz kirina wa peywendî ya jî kir.
