• Thursday, 05 February 2026
logo

Sarkozy: Cihê Tirkiyê di YE’yê de nîne

Gulan Media December 13, 2011 Nûçe
Sarkozy: Cihê Tirkiyê di YE’yê de nîne
Serokê Fransa Sarkozy diyar kir ku ne di Ewrûpaya nû û ne jî di ya kevin de cihê Tirkiyê nîne.

Serokê Fransa Nicolas Sarkozy di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Le Monde got: “Ji îro û şûnde du Ewrûpa hene. Ji vana yek jê di navbera endaman de hevgirtinê dixwaze û ya din jî li ser hizra tekane bazarê ye.”

Sarkozy derbarê endamtiya Tirkiyê ya ji bo Yekîtiya Ewrûpayê (YE) jî pêşniyara bila ‘Tirkiye li cihê endamtiya Yekîtiya Ewrûpayê, rolê xwe yê wekî pirekê yê navbera Rojhilat û Rojava de berdewam bike” kir.

Serokê Fransa diyar kir ku piştî biryarên heftiya borî yên derbarê mijara krîza deyn de wergirtin, êdî bi gotina ligel hebûna dû Ewrûpayan, ne di Ewrûpa nû û ne jî di Ewrûpaya kevin de cihê Tirkiyê nîne.”

Sarkozy diyar kir ku fikrên wî yên derbarê Tirkiyê de nehatine gûhertin û wiha pêdeçû: “Yekîtiya Ewrûpa berî her tiştî ji bo parzemîna Ewrûpa ye. Qasî ku ez dizanim, dostên me yên Tirk di bingehê xwe de li Asya biçûk in.”

Serokê Fransa Sarkozy pêşniya bila Tirkiye li Yekîtiya Ewrûpa, di rolê xwe yê wekî pirekê yê navbera Rojava û Rojhilat de berdewam bike kir; “Me Hirvatîstan kir endamekî nû. Ligel Sirbîstanê perspektîvên vekirî hene. Berî ku em bi pirsgirêkên derveyî Ewrûpa re mijûl bibin, em despêkê malbata Ewrûpa bigihênin hev. Elbet em dixwazin peywendiyên me yên baş ligel Tirkiyê hebin. Li gor min rolekî giring ê Tirkiyê heye ku li cîhanê bileyîze û di nava Rojhilat û Rojava de rolê pirê dileyîze. Ger dest ji rolê xwe yê wekî pirekê berde û beşdarî yekî din bibe, gelo wê di berjewendiyên Tirkiyê de be? Bi baweriya min wê hêza xwe winda bike.”Rudaw
Top