NY: Li Sûriyê hêjmara kuştiyan 5 hezar derbas kir
Nûnera Mafê Mirovan a NY’î Navi Pillay diyar kir ku Sûriye li dijî mirovatiyê sûc dike û pêwîste Konseya Ewlekarî ya NY’ê binpêkirinên mafê mirovan ên li Sûriyê hewaleyî Dadgeha Navneteweyî ya Cezayan bike.
Navi Pillay piştî civîna Konseya Ewlekariyê di daxuyaniyek çapemeniyê de got; “Heta meha tebaxê nêzî 2 hezar kes li Sûriyê hatibûn kuştin. Di vana rojane de hêjmara kuştiyên li Sûriyê 5 hezar derbas kir.” Pillay diyar kir ku di nava vê hêjmarê de hêzên ewlekariyê yên li Sûriyê hatine kuştin cihê xwe nagire.
‘Amdekariya êrişa li dijî Hûmisê heye’
Pillay diyar kir ku divê şiddeta li Sûriyê bê rawestandin û agahî gihane desta wan di plana artêşa Sûriyê de heye ku êrişî bajarê Hûmisê bikin. Di van rojên dawiyê de bi sedan tank û çekên giran li derdora Hûmisê hatine bi cihkirin.
Navi Pillay da zanîn ku di nava kuştiyan zêdetirî 300 zarok hene, li dijî mirovan îşkence tê kirin, bi hezaran kes girtîne û bi hezaran jî serlêdan kirine ku li welatên cîran bi cih bibin.
Nûnerê Fransa yê Daîmê yê NY’î Gerard Araud jî diyar kir ku hê tevgernekirina konseyê skandale û rejîma Sûriyê ji binpêkirinên li Sûriyê berpirsyare. Araund bilêv kir ku civîna Yekîtiya Welatên Ereb a di rojên bê de pir giringe. Nunerê Brîtanya yê Daîmî yê NY’î Mark Lyall Grant jî got, ji Pillay agahdariyên balkêş wergirtine û wiha got: “Em bawer dikin ku divê êdî Konseya Ewlekariyê bikeve tevgerê û di vê çarçoveyê de emê civîn û encamên Yekîtiya Welatên Ereban bişopînin. Piştî wê yekê jî emê wekî konseyê pêwîstî bi çi heye, guftûgo bikin.”
Nûnerê Rûsya yê Daîmî yê NY’ê Vitali Çurkin diyar kir ku tiştên îro ji Navi Pillay bihîstî ew jî dilgiran kirine û got: “Elbet tiştên ku me îro bihîstîne em jî pê dilgiran bûn, di encamê de em cîranê Sûriyê ne.” Çurkin welatên Rojava jî bi wê yekê tometbar kir ku dixwazin rejîma Sûriyê biguherînin.
Nûnerê Sûriyê yê Daîmî yê NY’î Beşar Caferî dawiya her kesê mafê axaftinê wergirt û diyar kir ku rast nîne destûr bê dayîn Pillay li pêşiya konseyê brîfîngek wiha bide û wiha got: “Evane hemû parçeyek ji komploya li dijî Sûriyê ne.”
Tê gotin ku di bûyerên li Sûriyê de hêjmara kesên hatine kuştin zêdetirî 5 hezar kesan in. Li gor dîplomatên ku beşdarî civîna Konseya Ewlekarî ya NY’î bûyîn, diyar kirin ku li gor agehdariyên Nûnera Mafê Mirovana a Neteweyên Yekbûyî Navi Pillay texmînên herî dawî diyar dikin ku di 9 mehên dawiyê de zêdetirî 5 hezar kes hatine kuştin û zêdetirî 14 hezar kes jî hatine girtin.
Pillay di axaftinên xwe de diyar kir ku agahî gihane destê wan ji 2’ê Mijdarê ve zêdetirî 200 kes hatine kuştin, ligel mirinên heftiyên dawiyê ji despêka serhildana li Sûriyê ve hêjmara kuştiyan 5 hezar derbas kiriye. Hewiha ji ber bûyerên di meha adarê de dest pê kirîn, 12 hezar û 400 kes ji Sûriyê reviyane.
Neteweyên Yekbûyî despêka mehê di daxuyaniyekê de diyar kiribû hêjmara kesên li Sûriyê hatine kuştin, 4 hezar kes derbas kiriye.
Rudaw
