Bi amadebuna serokê hikumeta herêmê, konfiransa aburî ya Ferensa- Kurdistanê destpêkir
Ew konfirans bi serperiştîya (Medef) wê birêve biçe ku kurtîya navê civata kar û weberhênerên Ferensa- Îraqê ye
Herweha jibo rêkxistina wê konfiransê , herdê wezaretên aburî û derveya Ferensa hevkarên serekî ne û bi şêweyekê taybet jî jibo serketina konfiransê hevkarî û hemahengî yê dikin.
Di yekemîn roja Konfiransê de bi amdebuna Dr. Berhem Salih serokê hikumeta herêma kurdistanê , Pêyr Leloş wezîrê bazirganî yê Ferensayê amaje bi beşdarya Ferensa û kompanî yên welatê xwe kir li herêma kurdistanê û bi aram tirin navçeya Îraqê jî dazanîn.
Di piştre karên konfiransê berdewam bun û ji alîyên Birono Lafone hatin birêve birin , navbirî serokê giştî yê kompanîyên Lafarce ku yek ji kompanî yên herî mezinên Ferensayê û cîhanê ye û ew kompanî jî bi merema weberhênan û karkirinê hatîye herêma kurdistanê.
Berî mehekê bêtir wezîrê bazirganî ya derveya Ferensa serdana herêmê kir û digel serokê hikumetê û berpirsên herêmê civîya û navhatî roleke mezin hebû jibo saz kirina vê konfiransê li welatê xwe.
Herweha kompanî ya mezin Total ya Ferensî li dema bihênvedan nîvro , nîvrojek jibo serokê hikumeta herêmê û şanda digelde amade kir.
Piştî hingî li ser erka serokê hikumeta herêmê û bi hevkarîya nuneratîya hikumetê li Parîsê,nanê êvarê bo revenda kurd li wî bajarî hat amade kirin.
Têzanîn li meha çirya pêşîn ya sala par,Mesûd Barzanî serokê herêma kurdistanê û Nîkola Sarkozî serokê Ferensa, yadaştnameke hevkaryê jibuna bihevre karirinê û hemahengî yê îmza kir, ku warên aburî, bazirganî, civakî,kilturî û xwendina bilind li xwe digrît.
Herweha jibo serdana Ferensa û beşdarîkirina wê konfiransê her yek ji Kerîm Şengarî wezîrê hundirê û Sînan Çelebî wezîrê Bazirganî û Dilawer Elaedîn wezîrê xwendina bilind û komeke weberhêner û bazirganên kurd ji bajarên kurdistanê hevaltîya serokê hikumeta herêma kurdistanê dikin.
Her sebert vê konfiransê û serdana serokê hikumetê jibo Ferensayê,Şêwirmendê aborî yê wezareta bazirganî ya Herêma Kurdistan, Fethî Mihemed, duh ji AKnewsê re got, şandeke herêmê bi serokatiya serokwezîr Berhem Salih, çû Parîsê bo beşdarî di civîneke aborî de bike.
Mihemed, diyar kir, şandeya herêmê, ji bilî serokwezîr Berhem Salih, wezîrên navxwe, bazirganî, xwendina bilind, çandinî û serokê desteya berhemanînê pêk hatiye.
Fethî Mihemed, da zanîn, şandeya Kurdistanê dê 12ê kanûnê (îro) beşdarî civîneke aborî li Parîsê bike û wiha axivî, ev civîn dê sûdeke mezin bo Kurdistanê hebe.
