• Thursday, 05 February 2026
logo

PDK ronkirinek li ser civîna îro belav kir

Gulan Media December 11, 2011 Nûçe
PDK ronkirinek li ser civîna îro belav kir
Li gor ronkirina gotebêjê PDK`ê, ku ji Gulan`ê re şandiye, li ser pêkanîna kombûnên hevbeş yên di navbera PDK û Yekgirtûyê, amaje bi wê yekê tê kirin ku: nûnerê PDK`ê di dema diyarîkirî de li cihê civînê bû, lê aliyê Yekgirtûyê biryarek lezgîn daye ku beşdarî civînê nebe.

Tê zanîn ku duh Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê biryar da ku li derveyî baregehên xwe civîneke hevbeş digel mekteba siyasî ya PDK`ê saz bike da ku van bûyerên dawiyê gotûbêj bikin, lê Yekgirtû ji ber bernedana endamên wê, di xuleka dawiyê de biryar da ku neçe civîna duqolî û nûnerê PDK di civînê de, bi tenê ma.

PDK`ê di daxuyaniya xwe de weha dibêje: "Helbet nehatina wan bo civînê û amadenebûna wan ji gotûbêja rasetrast re ku dê rastî jê derkevin, îca bi her pasaw û buhaneyekê be jî, çendî pirsan rûbirûyî Yekgirtûyê dike û bersivdana wan pirsan jî ji raya giştî ya Kurdistanê re dihêle."Xendan
Top