Elî Bapîr: Yekgirtû duh tu mercek bo hevdîtina digel PDKê diyar nekiribû
Serokê KÎKê, Elî Bapîr, li ser civîna îro ya yekgirtûya îslamî ya Kurdistanê (YÎK) û partiya demokrat a Kurdistatnê (PDK) daxuyaniyek da.
Bapîr, ji rojnamevanan re got, biryar bû îro civîna YÎK û PDKê ya li ser bûyerên vê dawiyê yên Badînan, li baregeha me pêk bihata, lê ji ber ku birayên yekgirtû amadeyî civînê nebûn, civîn pêk nehat.
Serokê KÎKê, diyar kir, piştî ku wî sedema amadenebûnê ji serokê YÎKê Selahedîn Behadîn pirsiye, jê re hatiye gotin ku “heta berpirs û endamên me yên girtî neyên berdan, em digel PDKê nacivin”.
Elî Bapîr, wiha pêde çû, lê duh dema ku yekgirtû biryar da îro digel PDKê bicive, tu mercek pêşniyar nekiribû, lewre em ji ber pêknehatine civînê nîgeran bûn, lê emê dîsa hewl bidin her du aliyan bicivînin û vê aloziyê bidin çareserkirin.
Yekgirtûya îslamî ya Kurdistanê, duh ragihandibû, li ser daxwaza PDKê, dê 11ê kanûnê (îro) digel wê bicivin û bo çareseriya aloziya vê dawiyê gotûbêj bikin.
Hat zanîn, şandeya PDKê ya biryar bû digel YÎKê bicive, ji sekreterê PDKê Fazil Mîranî û endamên polîtburoya siyasî Mesrûr Barzanî û Mehmûd Mihemed pêk hatibû.
AKnews
