• Wednesday, 04 February 2026
logo

Serokê hikumeta herêma kurdistanê li 12ê Kanûnê serdana Fransa dike

Gulan Media December 11, 2011 Nûçe
Serokê hikumeta herêma kurdistanê li 12ê Kanûnê serdana Fransa dike
Hewlêr, Wezîrê çandinê yê Herêma Kurdistanê, Cemîl Silêman, diyar kir, 12ê vê mehê, serokê hikumeta herêma kurdistanê Berhem Salih dê serdana Fransa bike û beşdarî konferanseke aborî bibe.

Wezîrê çandinê Cemîl Silêman ragihand, serokê hikumeta herêma kurdistanê Berhem Dr. Brhem Salih li roja 12ê kanûn dê serdana Fransa bike û li paytext Parîsê, beşdarî komcivîneke aborî û berhemanînê bibe.

Silêman, diyar kir, şandeke hikûmetê jî dê digel serokê hikumeta herêma kurdistanê Salih here Fransayê ku ji wezîrê çandiniyê, wezîrê navxwe, wezîrê pîşesazî û bazirganiyê, wezîrê xwendina bilind û serokê desteya berhermanînê ya Herêma Kurdistanê pêk tên.

Nûnera hikûmeta herêmê li Fransayê, Xeman Zirar, jî ji AKnewsê re got, mebest ji komcivîna Parîsê, geşedana aboriya Herêma Kurdistanê ji aliyê şîrketên Fransa ve ye û dê 2 rojan bidome.

Zirar, diyar kir, ew komcivîn dê sûdeke mezin bo Kurdistanê hebe û dê bibe sedema hatina sermiyana Fransa bo herêmê.

Niha 30 kompanî yên Fransa li Kurdistanê mijûlî karê berhemanînê ne.
Top