Dîdar û civînên Şanda herêma kurdistanê li Waşitonê
LI PINTAGON:
Şanda herêma kurdistanê di du dîranê cuda de digel ceneral Maykil Barbîro û Dr. Kolin Kal cêgirê alîkarê wezîrê berevanyê Emrîka, base hin pirsên havldar bi Emrîka û Îraaq û herêma kurdistnê û pirsa vekişandina Hêzên EMrîka ji Îraqê û pirisgirêka Kerkukê û navçeyên Eribandî û rewşa deverê bi giştî û peywendîyên herêmê digel welatên hevso û gûhertinên navçeyê hatin bas kirin.
Ji alî yê xwe ve Fuad Hûsên serokê dîwana serokatî herêmê nerîn û helwîasta herêmê li hember rewşî bi giştî ron kir û tekez kir herêma kurdistanê dixaze peywendîyeke bihêz û dirêj di Emrîka li ser şengista perjewendî yên hevpişk ava bike.
Ji alî yê xwe ve jî Dr. Kolin rola serokatî ya sîyasîya gelê kurdistanê li ser gorepan sîyasîya Îraqê bi erênî dazanîn û tekez li ser pêgîrya welatê xwe jî bi peywendî yên digel herêma kurdistanê heye kir.
LI GEL ŞÊWERMEND Û ŞEHREZAYÊN WARÊ TÊHNÊ( WIZE):
Şanda herêma kurdistanê li avahyê wezaret derveya Emrîka digel hejmareke şêwermend û şehrezayêm wezareta derve û Têhnê û Bazirganî civîya.
Şanda herêma kurdistanê nerîn û helwîsta herêmê li hember yasya Neft û Xazê û çewanî ya bikaranîna wê li Îraqê û peyrewkirina sîstema fedralîzmê û parvekirina dahatê Neft û Xazê li Îraqê li gor wê yasayê bi awayeke dadwer ronkrin.
LI GEL CIVATA BAZIRGANÎ YA EMRÎKA_ KURDISTANÊ:
Şanda herêma kurdistanê li baregahê nuneratî ya herêmê li Waşitonê digel hejmareke wan kompznî yên Emrîkî civîya ku li herêma kurdistanê di warên Zaxê de kar dikin.
Di dîdarekê de ku bi merema piştevanî kirinê ji herêma kurdistanê û rêxweşkirin jibo hatina kompanî yên bêtir û xurtkirin peywendî yên bazirganî aburî di navbera Emrîka û herêmê de hatibu rêkistin.
Fuad Hûsên serokê dîwana serokatî ya herêmêa kurdistanê paş ronkirin rewşa sîyasî û aburî ya herêmê û rola civata Bazirganî ya Emrîkî û kurdistanî jî bi giring nirxand.
Herweha Dr. Aştî Hewramî wezîrê Samanên Siruştî base sîyaseta hyerêmê sebaret zaxê û derfetên kar li kurdistanê bas kirin.
Ji alî yê xwe ve Felah Mistefa Berpirsê Fermangehê Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêmê behsa zêdebûna hejmara Konsolxane û Nûnerayetiyên biyaniyan li Herêma Kurdistanê kir û balkişand li ser siyaseta Hikûmeta Herêmê ya ji bo hevkarî û piştgîrîkirina karê veberhênanê kir û li vî derbarî de hate ser yasaya veberhênan û ew kert û warên ku wiha derfeta kar têda heye.
Ji aliyê xwe ve jî Qubad Talebanî Nûnerê Hikûmeta Herêmê li Washington spasî bi dengve hatina kompanyayan kir û soz da ku hewlên zêdetir ji bo amadekirina karnameyek ku xizmetê bi berjewendiyên her du aliyan de bigihîne kir.
Hêjayî gotinêye ku Encumena Bazirganiya Emerîkî – Kurdistanî bi destpêşxeriya Nûnerayetiya Hikûmeta Herêmê li Washington bi hemahengî û şêwiriya li gel wan kompanyayên Emerîkiyan hatiye damezrandin ku li Herêma Kurdistanê li warê uzeyê da kar dikin.
