• Wednesday, 04 February 2026
logo

Peyama pîrozbahiya Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo salvegera damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê

Gulan Media December 11, 2011 Nûçe
Peyama pîrozbahiya Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo salvegera damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Xuşkên birêz li Sekreteriya Yekîtiya Afretên Kurdistanê

Silav û rêz

Li 59. salvegera damezrandina Yekîtiya we ya têkoşer, germtirîn pîrozbahiyê li we û hemû endaman û malbatên serbilindê şehîdên we dikim, ew yekîtiya ku herdem li tevgera rizgarîxwaza gelê me û têkoşîna rêkxistînî da rolekî ber bi çav dîtiye û her ewqas bese ku qehremanekî wekî Leyla Qasim endamekî vê rêxistinê bûye ku niha li dilê me hemûyan da mînakekî herî diyarê bi navê mafê rewayên mîllet da xwebext kirinê ye.

Li vê bîranîna pîroz da dûpat dikim ku dakokîkarekî bi hêz bim ji bo mafên afretan û kar jî ji bo wê yekê dikim ku cîh û pêgeha hêjaya xwe li civaka Kurdistanê da hebê û bingehekî baş jî li ber afretan birexsênim bo ku bi awayekî karîger li hemû waran da beşdariya wan hebê.

Îro Herêma Kurdistanê pêwîstî bi hemû şiyanek heye bi taybetî şiyanên afretan li qurkirina hestên netewayetî û kûlturî pêkve jiyan û parastina ezmuna Herêma Kurdistanê û destkeftên wê û perwerdekirina nifşê niha ya bi vî warî de bibîne.

Dûbare ev bîranîna we pîroz bê û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.


Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
10/12/2011
Top