• Wednesday, 04 February 2026
logo

Qamişlo bi rengên kurdî tevlî xwepêşandanan bû

Gulan Media December 10, 2011 Nûçe
Qamişlo bi rengên kurdî tevlî xwepêşandanan bû
Duh li bajarê Qamişlo zêdetirî 25 hezar kes beşdarî xwepêşandanekê bûn û daxwaza hilweşandina rejîma Beşar Esed kirin.

Di îna bi navê 'Gireva Rûmetê' ku xwepêşandanan piraniya kolanên bajarên Sûriyê tejî kirin, li bajarên kurdan jî xwepêşandan hatin lidarxistin. Xwepêşandana herî mezin jî li bajarê Rojavayê Kurdistanê Qamişlo bû.

Li gor ciwanên Kurd li ser rûpelên Facebookê ragihandine, bi tevî rêgirtin, hewldanên hêzên ewlekariyê û şebîheyên Esed li bajarê Qamişlo zêdetirî 25 hezar kes kom bûn. Xwepêşandan bi beşdariya komên ciwanên kurd, çend rêxistin û partiyên kurdî hatibû organîzekirin. Xwepêşanderan alên kurdî bilindkirin, dirûşmeyên li dijî rejîmê bang dikirin kirin û daxwaza çûna Beşar Esed kirin.

Hêzên ewlekariyê gelek astengî di nav kolanên bajêr de danîne û ji bo xwepêşandanên berfireh çênebin. Rê li ber xwepêşanderan di girtin û ne dihiştin ew bigihin meydana bajêr.

Ciwanên kurd eşkere kirin ku di encama xwepêşandana duh de, bi dehan ciwan di nava kolanan de hatine girtin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî Tirkiyê hêzên xwe li xer sînor kom kirin, bajarê Qamişlo ji roja pêncşemê ve bi hêzên artêşê hate dorpêçkirin. Di nav hemû kolanên serekî yên bajêr de xalên kontrolê hatine duristkirin.
Top