• Wednesday, 04 February 2026
logo

Li Duhokê koma aştî û lêborînê pêk hat

Gulan Media December 10, 2011 Nûçe
Li Duhokê koma aştî û lêborînê pêk hat
Li bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistanê, saziyên civaka sivîl, komek bi navê “Koma Aştî û Lêborînê” pêk anîn. Koma han dê sibê li Zaxo dest bi kar bibe.

Endamê koma aştî û lêborînê, Hêriş Reşîd, ji AKnewsê re got, 10 saziyên civaka sivîl, di vê komê de beşdarî kirine û derî bo her sazî û komelên bixwazin beşdar bin, vekirî ye.

Reşîd, diyar kir, piştî bûyerên roja 2ê vê mehê li Zaxo û hinek deverên parêzgeha Duhokê, saziyên civaka sivîl, ev bûyerên neşaristanî şermezar kirin û biryar hat dayîn koma aştiyê û lêborînê bê avakirin.

Hêriş Reşîd, da zanîn, koma me ji saziyên Kurdos, Harîkar, Enstîtuya kulturî ya Duhokê, Stêr, Mend, Dengê Pîran û saziyên ZSVP û komela mafên mirov li Duhokê, Rizwe, Dahênan, Civak û Kurdistanê pêk hatiye û em dixwazin sibê (11ê kanûn) li Zaxo dest bi kar bibin.

(AKnews)
Top