• Wednesday, 04 February 2026
logo

Vatîkan bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku Xirsitiyanan biparêzin

Gulan Media December 10, 2011 Nûçe
Vatîkan bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku Xirsitiyanan biparêzin
Vatîkan li dijî bûyerên li Zaxo û deverên rû dayîn ku di van bûyerên komeke kesan êrîşî dikan û cihên Xiristiyanan û Êzîdiyan kiribûn û di encam de gelek dikan û 4 otel û avahiyeke masajê hatibû şewtandin û zêdeyî 30 kesan (di nava wan de polîsên Herêmê) birîndar bûbûn, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya ku di radyoa Vatîkan û ajansa nûçeyan ya Katolîk de hatî belav kirin, Vatîkan di daxuyaniya xwe de dide diyar kirin ku di van bûyeran de 37 kes birîndar bûne, bi dehan dikan û cihên karê wan hatine şewitdandin û zêdeyî milyonek Euro ziyan gihaye wan. Her wiha di daxuyaniyê de balê dikişîne ser ku Xiristiyan ji ber zilmê ji deverên Ereban revîne Herêma Kurdistanê.

Vatîkan bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir û got ku,cihê gumaneye ku Xiristiyan li Herêma Kurdistanê di xeterê de bin. Divê Rêveberiya Herêmê û hêzên ewlekariyê li dijî radîkalên îslamî bikevin nava tevgerê û tedibîrên pêwîst werin girtin. Hêjayî gotinê ye ku, Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di peyama xwe ya dawî de, li ser bûyera Zaxo got ku, wê encamên lêkolîna lîjneyê ji raya giştî re were aşkerekirin û wê dadgeh û qanûn biryarê bide.

Her wiha got ku wê destûr nedin bûyerên wiha û bang li parlementoya Kurdsitanê kir ku der barê jiyana li Kurdistanê de hin biryarên taybet bide.

Avestakurd
Top