Serok Barzanî Careke Din Dilgiraniya Xwe Li Hember Bûyerên Zaxoyê Diyar Kir
Xweşik û birayên birêz careke din nerazî bûn û dilgiraniya xwe li hember bûyerên Zaxoyê diyar dikim ku, bibûn sedema şewtandina çendîn cîhên welatiyan, Hotêl û cihên torîstîkî û pişt re jî şewtandina çend Baregehên yekgirtûya îslamî.
Hevdem li gel vê ku, bi tundî ev tawanên han mehkûm û şermezar dikim, daxwaz ji her takekî civaka Kurdistanê dikim daku, bi ti awayî derfet nedin ev çanda biyanî dûbare bibe.
Kurdistan bi vê yekê hatiye nasîn û ciwan û başe ku, tê de çanda bihevre jiyana kemenetewên olî, siyasî û etnîkî têde zal û serdeste, lê mixabin bûyerên Zaxoyê zerer gehandine vê çanda han.
Li gorî encamên destpêkê yên ku, ji aliyê komîteya lêkolînê ve hatine diyar kirin ev yek diyar dikin ku, di wan bûyeran de han dan û tehrîk kirin roleke sereke lîstiye û kemterexemî û bêperpirsiyartî di kontrol kirina rewşê de jî hebûye.
Bila şik û gomana ti kesekî nebe ku, hem tehrîkkar û hem jî ev kesên ku, kemterexem û bi awayekî bêyî berpirsiyartî tevgeriyane tên cezakirin.
Ji tevahiya we re diyar dikim ku, heta çend rojên din encamên bingehîn û sereke yên lêkolînê tên diyar kirin û li gorî ev encamên han jî Dadgeh û qanûn biryarên xwe didin.
Pêwîste ji niha û pêde di çarçoweya çand û toreyên civaka me de azadiya tevahiya pêkhateyên civakê were parastin.
Pêwîste hêzên ewlekarî, pêşmerge, Polîs û Zirêvanî jî erkên xwe bi başî cîhbicîh bikin û derfetên nedin bi ti kesekî ku, li gorî xwe zagonan ferz bike.
Hêvî dikim di demeke kên de Parlementoya Kurdistanê zagonên taybet di derbarê jiyanê li Kurdistanê de amade bike, daxwaz ji tevahiya aliyan dikin ku, hewl ji bo aram kirina rewşê bidin û bi awayekî pêşwexit biryaran nedin.
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî
9.12.2011
