Yaneya Real Madrid 4 dibistanan li Kurdistanê vedike
Li gorî hate gotin, biryar hatiye dayîn li Sibata sala bê de, Nûnertiya Herêma Kurdistanê ligel Yenayê Real Madrid ya Spanya li Herêma Kurdistanê 4 dibistanên werzişê vebike. Li gorî nûçeya Aknewsê, Serokê Heyeta Komîteya Rojnamevanên Werzişî yên Herêma Kurdistanê Celal Perîşan der barê serdana Spanya de wiha got "Nûnertiya Hikûmeta Hermê li Spanya ligel Desteka Kargêrî ya Yenayê Real Madrid gihiştie rêkeftinekê daku 4 dibistanên werizşî yên taybet ên Yenayê li Hewlêr, Silêmanî, Duhok û li navçeya Germiyan bêne vekirin." Her wiha Perşîn da diyar kirin ku di vekirina van dibistanan de wê stêrên berê û ên niha yên Yenaya Real Madrid amade bibin.
Hêjayî gotinê ye, Yenayê Real Madrid yek ji mezintrîn Yenayên cîhanê ye.
Avestakurd
