Şanda Herêmê di gel berpirsên Ajansa Pêşxistina Navdewletiya ser bi Wezareta Derveya Emerîka civiya
di hevdîtinê de şanda Kurdistanê û berpirsên Ajansê ku ji birêz xanim Mara Rûdman Sekreterê Berpirsê Ajansa Pêşxistina Navdewletî ya Karubarê Rojhilata Navîn û hejmarek ji birêvebirên ajansê pêkhatibû, pabendbûna ajansa xwe ji bo berdewamiya karkirina li Herêma Kurdistan û Iraqê dûpat kirin. Her wiha behsa wan bernameyên xwe kirin. Li vî derbarî de sebaret bi giringiya hebûna bernameya hevbeş danustandina bîr û ramanan kirin ku li paşarojê de dihêne encamdan.
Li mijareke dinê hevdîtinê de çendîn pirs û mijarên pêwîst bi warên çandin, pîşesazî, serweriya yasa, dadwerî û jinan bi girîngiyê ve hate nirxandin.
Li dawiya hevdîtinê de şanda Herêma Kurdistanê bi girîngî zanî ku Ajansa Pêşxistina Navdewletî ya ser bi Wezareta Derveya Emerîka ji wê rewşa aramiya Herêmê sûd bê wergirtin, nivîsîngeha xwe li Kurdistanê hebê bo ku zêdetir kelk li derfetan werbigrê û xizmet bi berjewendiyên her du aliyan bê girtin
